Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr

Servekirin  
Category Anons, Pirtûk

Welatperwer / Pirtuk – “Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr” ku Xelîl Duhokî amade kiriye, ji nav weşanên Avesta derket.
 
Piştî sala 1970ê, êdî dergehên xwendin û nivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi kurmanciya jêrî bûn. Kovar, rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan nebûn, lê dîsan jî, di wan salan de, xortên kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendîn nivîskarên kurd peyda bûn. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendîn romanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera Badînan ronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata kurmanciya jorî gelek in û eve jî dibine sedem ku hêdî pêş bikeve.

Share

« Nivisên Berê...