çalakaya ji bo roja zimanê dayikê!

15 Şubat 2012 par  
Dans Anons

Welatperwer / Anons – Li Stockholmê çalakaya ji bo roja zimanê dayikê!

Bi minasebeta roja zimanê zikmakî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komeleya Nivîskarên Kurd û Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê we dawetî çalakiya xwe ya taybetî dikin.

Di vê çalakiyê de, nivîskarên kurd Cegerxwîn, Kerîmî Husamî, Mahmut Baksi û Mehmed Uzun yên ku li Swêdê dijiyan û berhemên xwe bi kurdî afirandine tên bi bîr anîn û spas kirin. Mamostayê zimanê kurdî Remzî Kerîm behsa perwerdeya bi zimanê kurdî li Swêdê dike. Herweha, weşanxaneyên kurd berhemên xwe pêşkêş dikin û difiroşin.

Zimanê me nasnameya me ye.
Hemû dildarên zimanê kurdî bi xêr werin!

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

Roj: Şemî 18 sibat 2012
Saet: 13.00
Cih: Kitêbxaneya Kurdî, Gustavslundsvägen 170,
Alvik (T-bana Alvik, Tvärbanan Alvik)

Share

Commentaires



Ji bo di şîrovê de wêneyê tê xuyabikê, bibe êndamê gravatar