DERBARE


Gelî xwendevanen hêja,

Her wekî ku tê zanîn navê malpera me welatperwer e. Welatperwer malpareke çandî hunerî û wêjeyî ye, ne siyasîye. Lê, ev nayê wê maneyê ku di vê malperê da cîyê sîyasetê tune. Car caran emê li ser sîyaseta Kurda dîtin û ramanên xwe bînin ziman û di vê mijarê de nûçe û gotaran bi weşînin. Çimkî em zanin ku hemû xebatên ku ji bo Kurdan tên kirin, ne durî sîyasetê ne. Nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî bi serê xwe tenê jî sîyaset e. Ji peyva “malpar ne sîyesî ye” gerek ev werê famkirin: welatperwer, ne propoganda hêzekî dike û ne li dijî hêz û organizasyonên Kurda ye. Ew alîgirê kurda ye.

Em dixwazin, bi piranî li ser çand û huner bisekinin û nivîsarên xwe di vê malperê da bi zimanê Kurdî, bînin ziman. Ked û xebata ku di vî warî de çêdibe bi rîya malperê bi we re parve bikin, bi din nişandin û naskirin.

Hemû xwendevanên me jî, dikarin xebatên xwe yê çandî û wêjeyî, an jî dîtin û ramanên xwe yên di van qada de ji me ra bişînin.Bi şertê ku mesûlîyeta nîvisên xwe bigrin serxwe û dijminatîya sazî û rêxistinên kurdistanîyan ne kin, rupelên malparê her dem ji her kesî re vekirine. Ev yek di lîsta nivîskaran de jî tê xuyakirin. Ditîn û bawerî yên nivîskarên malparê ji hev cuda ne. Ger di warê sîyasî de, ger di warê nivîsarî û rêziman de, bi tevahî ne wek hev di fikirîn. Mînak; beşekî nivîskara bi kar anina tîpa “ î ” yê hewce na bîne. Di şuna wê de tîpa alfaba tirki “i” yê, di şuna “i” yê de jî “ı“ yê bi kar tînin. Lê beşê din, van tîpan bi kar nayînin û di vê derheqê de alfaba Mîr Celadetê ne mir standart qebul dikin. Di vî warî de em jî wek beşên dawî yê, tîpên alfaba Mîr Celadet bi kar tînin û standart qebul dikin. Lê em vê yekê ne wek astengîyekê, wek zengîniyekê di binin. Bawerîya me ewe ku çareser kirina astengî û pirsgirêkan bi tebat(tahammul) kirin û qebul kirina cudatiyên me mumkûne.

Di malperê da beşên Nivîskara, Çand û Huner, muzîk, dirok,nûçe, pirtûk,vîdeo,Hevpeyvîn, portre,pirtûk, zanîyarî,anons,pêkenok û Link cîh digrin. Di serîda mimkune ku kêmasî çêbin û hemû beşên malperê aktuel nebin. Lê di demek kurt de emê malperek dewlemend ji wer a pêşkêş bi kin.

Gelê xwendwvanên hêja, di be ku hun di warê çandî, wêjeyî an sîyasi de cuda di fikirin, ji bo me ne xeme, hun jî karin di derheqa malpera me da dîtin, rexne an pêşniyarê xwe bi nivîsin. Her wiha, em li benda nivîsar, nûçe, vekolîn û lêgerinên we ne . Weşana berhem û nivîsarên we, ewê bibin kêfxweşya me. Fermo…

welatperwer.com@gmail.com

welatperwer@msn.com

Share