Dîwana Jan derket

13 Şubat 2012 par  
Dans Anons, Pirtûk

Welatperwer / Pirtuk – Dîwana Jan weşanên ji waşanén Avesta derket

Şi‘rên Jan Dost ku bi şêweyekî klasîk di nav salên 1987-1995 de hatine nivîsandin, bi navê “Dîwana Jan“ di nav weşanên Avesta de çap bûn. Berê jî berhemên Jan Dost “3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de” (roman, 2007), “Mîrname” (roman, 2008), “Kela Dimdimê” (destan, 2011) ji eynî weşanxanê çap bûbûn. Di rojên pêş de çapeke nû ya “3 gav û 3darek” çêdibe.

Jan Dost di pêşgotina kitêbê de behsa serpêhatiya xwe ya şi‘rê dike û wiha dibêje: “Sebeba çapkirina van helbestan ew e ku ez dixwazim pirekê di navbera îro û do de ava bikim. Mixabin helbesta klasîk êdî têk çûye û hema hema ji holê rabûye. Yan jî di hucre û medreseyan de maye û li ber xwe dide. Ew şêweyekî girîng e ji wêjeya me lê êdî di nefesên xwe ên dawî de ye. Piraniya helbestvanên me yên nûjen jî nikarin li ser bingeha klasîkên xwe projeyên xwe yên afrênerî ava bikin, ew li hewa daleqiyayî mane. Ji rehên xwe qut bûne. Ku dibe qal û behs jî, tenê navên mezin jiber kirine. Nikarin di hundirê wan klasîkan de bigerin û dakevin kûrahiya deryaya klasîkan û gewheran ji xwe re berhev bikin.”

Dîwana Jan (1987-1995)
Jan Dost
ISBN: 978-605-5585-90-7
13×19.5, 112 rûpel, 10 TL

Share

Commentaires



Ji bo di şîrovê de wêneyê tê xuyabikê, bibe êndamê gravatar