Welatperwer

ÇIRA: “BILA ZIMANÊ KURDÎ WEK ZIMANÊ FERMÎ BÊTE PEJIRANDIN”
Bi mebesta pîrozkirina “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” Komeleyên Amed, Agirî û Îstenbol ÇIRA yên çand û hunerê bi meş û daxwuyaniyan derbarê zimanê zikmakî de daxwaziyên xwe careke din dan zanîn. Her sê komele jî di daxwuyaniyên xwe da gotin ku bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bi zimanê kurdî perwerdehî bê kirin.

Komeleyên Amed ÇIRA, Agirî ÇIRA û Îstenbol ÇIRA ji bo pîrozkirina “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” 19 Sibat 2012 roja yekşemê daxwuyanî dan çapemeniyê. Li Amedê endam û alîgirên Komeleya Amed ÇIRAyê bi awayeke girseyî ji komeleyê hetanî AZC Plazayê meşiyan. Girseya komeleyê bi dûrişmeyên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bê ziman jîyan nabe”, “Her tişt ji bo azadiya ziman” qêriyan. Endamên komeleyê bi def û elbane strana Aramê Tîgran ya “Zimanê Kurdî” jî gotin û gihîştin ber AZC Plazayê. Li wir serokê komeleyê Ramazan Moray bi kurdî daxwuyaniyê xwend. Endamên komeleyê daxwuyaniyên Bulent Arinçî bi pirtûk û ferhengên kurdî şermezar kirin. Piştî daxwuyaniyê pastayên ku ji tîpên “Q,W,X” hatibûn çêkirin îkramê xebatkarên çapemeniyê û gelê Amedê kirin. Girse demek stranan got û govendê gerand.

Li Agirîyê ji Roja Ziman Hat Pîrozkirin

Di heman rojê de Komeleya Agirî ÇIRA ya Çand û Hunerê ji avahiya komeleyê hetanî himber Denizbank bi dûrişmeyên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Bê ziman jîyan nabe”, ”Bijî azadîya Kurdistan” ve “Ziman hebûna me ye.” meşiyan. Li cihê ku daxwuyanî bê xwendin endam û alîgirên komeleyê sirûda neteweyî xwendin. Serokê komeleyê Halîl Îbrahîm Cengiz bi kurdî, sekreterê komeleyê Fatîh Yalçinkaya jî bi tirkî daxwuyaniyê xwendin. Çalakiya ku gelê Agiriyê jî pê re eleqedar bûn bê xirûcir bi dawî bû.

Daxwuyaniya her sê komeleyan weha ye;

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Di sedsala 21an de, di “Dema Zanistî û Teknolojiyê” de li ser gelek zimanên li dinê polîtîkayên dewletan yên asîmîlasyonê û zordestiyê hene. Ji ber van polîtîkayan nêzikî 3000 ziman li ber mirin an jî wendabûnê ne. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de bi mebesta ku wê xeterîya jiholêrabûn, asîmîlasyon, zordestî û qedexeyên li ser zimanên zikmakî yên hindikayî û gelên bindest bên rakirin 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” pejirand.

Rêzdaran,

Mirov bi saya zimên bîr û rayên xwe, êş û dilşadiyên xwe bi hevûdu re parve dikin. Ziman raman e, lihevdûkirin e. Bi saya zimên berhemên hatine afirandin neqlê nifşên nû dibin. Ziman bîra mirovahiyê ye. Bi saya zimên mirov xwe binav dikin. Ziman nasname û nîşana hebûna mirov û gelan e.

Lê li Tirkiyeyê nêzikî 20 milyon kurd, nikarin zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de bi awayeke azad bikar bînin. Zimanê kurdî bi deh salan e li himber polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê li ber xwe dide. Li gel kurdî bi dehan zimanên din jî li Tirkiyeyê hatine qedexekirin û li himber asîmîlasyonê li ber xwe didin.

Di vî warî de Tirkiye, pêwîstiyên Peymana Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923an mor kiribû jî bi cih nayne. Di xalên 39 û 40î yên Peymana Lozanê de, di hemû qadên jiyanê de bikaranîna zimanên neteweyên li Anatoliyayê dijîn bi awayeke resmî hatibû qebûlkirin. Lê mixabin 89 sal e ev bi cih nayê. Her weha li gor Peymana Mafên Zarokan ya ku ji aliyê Tirkeyê ve jî hatibû morkirin, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek mafeke zarokan yê xwezayî hatiye pejirandin. Lê careke din mixabin, Tirkiyeyê xala 30. ya vê peymanê nepejirandiye.

Elbet rewşa zimanê kurdî ya 20 sal berê û ya îroyîn ne yek e. Derbarê zimên de dewletê polîtîkayên xwe guhartiye. Avakirina TRT6ê, li zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên erênî ne. Lê zimanê kurdî hê jî di destûra bingehînde wek zimaneke fermî nehatiye binavkirin. Her weha Bulent Arinç ku ji yek xwediyên polîtîkayên dawîn yên dewletê ye bi daxwuyaniyên xwe zimanê kurdî diçewisîne, kêm dibîne û layiqê perwerdehiyê nabîne. Ew jî wek yên beriya xwe polîtîkayên red û înkarê dajo.

Em dixwazin careke din bi birêz Bulent Arinç û yên wek wî difikirin bidin zanîn ku zimanê kurdî zimaneke dewlemend e. Her weha zimanê kurdî, xwedî edebiyateke dewlemend e ku bi hezaran berhemên hêja ji aliyê şair û nivîskarên kurd ve hatine afirandin. Îro Zimanê kurdî ku li Îraqê li gel zimanê erebî ji yek zimanê fermî ye û her hewa li Herêma Kurdistana Federe jî ji destpêkê hetanî unîversîteyê wek zimanê perwerdehiyê tê bikaranîn. Zimanê kurdî bi qasî zimanê tirkî zimaneke xwedî rûmet e û ji bo perwerdehiyê têra xwe heye.

Banga me ji hukûmetê re ye; divê dev ji van polîtîkayên kevneperest berdin. Hewcedariyên peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê dewletê ve hatine morkirin bi cih bînin. Di prosesa çêkirina destûra nû de zimanê kurdî û zimanên din yên li Tirkiyeyê hatine qedexekirin bi aweyeke fermî bipejirînin da ku wek zimanê perwerdehiyê bên bikaranîn.

Roja Zimanê Zikmakî pîroz be.”

KOMELEYA DIYARBEKIR ÇIRA YA ÇAND Û HUNERÊ

KOMELEYA AGIRÎ ÇIRA YA ÇAND Û HUNERÊ

KOMELEYA ÎSTENBOL ÇIRA YA ÇAND Û HUNERÊ

19.02.2012

“tabularasa” dest bi weşané kir
Welatperwer / weşan – Kovareke bi navé “tabularasa” du mehî û xweser Kurdî dest bi weşané kir. Berpirsyaré kovaré A.Rahman Çelik, di derheq weşanané de ev aghiyén jér bi çapameniyé re parkir.Em dibén ser xéré be û her serkevtî bin.

Brêz û Stiyên Ezîz û Delal,

Bi vê mailê, em we agahdar dikin ku tabularasa dest bi weşanê kir. tabularasa kovareke wergerê ye û dê ji edebiyata cîhanê tekstên edebî her ji du mehan carekê wergerîne zimanê kurdî. Di vê hejmarê de hûn dikarin;

Adolf ji D. H. Lawrence

Yê Ku Li Bend û Lelên Xwe Mêze Dikir ji Fuad Kehil

Ciwanî û Kalî ji Îvan Bûnîn

Hollê Xanim ji Jacob Grimm – Wilhelm Grimm

Dilê Simone de Beauvoirê ji Lisa Appignanesi

Kevirê Tavê ji Octavio Paz

Mekîna Deng ji Roald Dahl

Rêwîtiya Serê Dawiya Jiyanê ji Tezer Özlü

bixwînin.

tabularasa berhemeke Flîtto Weşanê ye.

Bo abonetiyê: +90 (555) 389 72 26 – tblrswerger@hotmail.com

Kovar dê bi piştgiriya we xurt bibe û biherike pêşerojê.

A.Rahman Çelik

Flîtto Weşan

İstiklal Cd. Nane Sk. No: 5/8 Beyoğlu/İstanbul

Tel: +90 (555) 389 72 26

Mail: tblrswerger@hotmail.com

Web: http://flitto.net/

Di roja zimanê dayikê de em bi kurdî biqîrin! / Zinar Soran
21ê sibatê ”Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” ye. Bingeha vê rojê ji sala 1952an ku li Pakîstanê zimanê Ûrdû weke zimanê resmî yê gelê Bengladeşê hate îlan kirin; ango ji “Tevgera Zimanê Bengal” tê. Birêvebirîya giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanistî û Kulturê ya Yekîtîya Neteweyan UNESCOyê di sala 1999an de, 21ê sibatê weke ”Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” pejirand. Roja Zimanê Dayikê cara pêşî di sala 2000an de ji alîyê UNESCOyê ve hate pîroz kirin û ji wê salê û vir de, hersal ji aliyê UNESCOyê ve tê pîroz kirin.

Armanca vê rojê ew e ku, bi awakî giştî bala dê û bavan û civakê û bi taybetî jî bala rewşenbîr û siyasetmedaran bikişîne ser girîngîya zimanê dayikê. Ji ber ku di roja me ya îro de, li gor îstatîstîkê UNESCOyê li dinyayê 2500 ziman di bin tehlûke û metirsîya wendabûnê de ye. Yek ji wan zimanên ku di nav sînorên xetera ji holê rabûnê de ne, mixabin zaraveyekî kurdî zazakî jî heye.

Zimanê dayikê, hê di dema zarok di zikê diya xwe de ye dest pê dike. Mirov pêşî bi diya xwe û malbata xwe re bi vî zimanî pêwenidiyan datîne; dûre ji derdora civaka xwe ya nêzîk gelek tiştan hîn dibe. Kes bi zimanê dayikê pêwendiyên xwe yên herî xurt bi civakê re datîne; her tiştî pêşî bi vî zimanî hîn dibe, fêm dike û dinîrxîne. Loma jî zimanê dayikê di pêkanîna kesayetî û şexsiyeta kesan de roleke gelek mezin dilîze. Kesek dikare zimanekî biyanî hîn bibe; pê bipeyive, bixwîne û binivîsîne; lê tu carî ew ziman nikare şûna zimanê dayikê bigre.

Weke tê zanîn neteweyê Kurd neteweyekî bindest e. Welatê wî hatiye dagîrkirin û perçekirin; ji derveyî beşekî Başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, kulturî û perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar e. Ev ji bo dinya ”medenî” şermezarî û rûreşiyeke mezin e. Zilm û zordariya li ser neteweyê Kurd bi awakî dijwartir li ser ziman û kultura kurdî jî tê domandin. Dewletên kolonyalîst baş dizanin ku heta ew ziman û kultura kurdî ji holê ranekin, wê nikaribin miletê Kurd ji holê rakin!

Turkiye di siyaseta kolonyalîst û asîmlasyonê ya dewletên ku Kurdistan dabeşkirine de, serkêşiyê dikşîne. Heta berî niha bi çend salan zimanê kurdî bi qanûnên taybetî hatibû qedexe kirin û hebûna neteweyê Kurd dihate înkar kirin. Di van salên dawiyê de, teva ku benda qanûnê ya qedexeyê hat rakirin û hinek gavên erênî hatin avêtin jî, di warê qebûlkirina zimanê kurdî weke zimanekî resmî û perwerdeya li dibistanan de, tu guherandinên ber bi çav nehatin avêtin. Bendên qanûnan yên ku pêşîyê li ber vê yekê digirin her di cihê xwe de ne. Di vê dema ku guherandina qanûna esasî ketiye rojevê, girîngiya vê pirsê hê bêtir derdikeve holê.

Weha xuyaye ku hukûmeta îro jî niyet û armancek wê tuneye ku di warê mafên neteweyî, demokratîk û perwerdeya bi zimanê kurdî de, dev ji siyaseta xwe ya bingehîn ku li ser asasê koledarî, nîjadperestî û asîmlasyonê hatiye avakirin bernade. Serokwezîrê Hukûmetê Recep Tayip Erdogan li Almanya bi dengê bilind îlan dike ku “asîmlasyon gunehkarî û sûcekî însanî ye”; lê di heman demê de ew bi xwe li ser zimanê kurdî siyasetek asîmlasyonê didomîne. Axaftina cîgirê serokwezîrê Turkîyeyê Bulent Arinç jî, niyeta hukûmeta îro ya rastî careka din derdixîne holê. Ew Bulent Arinçê ku di nav karbidestên hukûmetê de kesekî herî xwedî ”wîcdan û rastgo” tê diyar kirin, di pirsa zimanê kurdî de bi gotina xelkê çiqasî dikare bêdad û bêwîjdan be! Li gor wî “zimanê kurdî ne zimanekî medenîyetê ye û loma jî nikare bibe zimanê perwerdeyê”!

Niyeta cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê çi dibe bila bibe, ev helwesteke nîjadperstî ye û berdewamkirina siyaseta kolonyalîst û asîmlasyonê ya dewleta Turkiyeyê ye. Em naxwazin weke cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê bê însaf, bê wîjdan û bê bext bin, lê em dixwazin rastiyekê jî dubare bikin ku gava pêşîyê kurdan li ser axa welatê xwe bi awakî medenî dijîyan, şaîr û nivîskarên kurdan bi zimanê xwe berhemên edebî, kulturî û civakî diafirandin (ku yek ji wan şahesera nivîskar û fîlozofê mezin Ahmedê Xanî, Mem û Zîn e û di nav demeke kin de ji aliyê wezareta kulturî ya Tirkiyeyê bi xwe ev du car in tê çapkirin), pêşîyên cenabê Bulent Arinç li ser hespan, şûr di destan de welatên xelkê îşxal û wêran dikirin, kitêbên wan dişewitandin û hîmê medenîyetên hatibûn ava kirin dihedimandin!

Turkiyeyê heta niha gelek peymanên navdewletî yên di warê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên zarokan de îmze kirine. Lê gelekî balkêş e ku ji ber siyaseta xwe ya kolonyalîst û asîmîlasyonê, hinek xal û bendên di vî warî de îmze nekirine, ji ber ku, li gorî dewletê, qebûlkirina van xalan dikare rê li ber perwerdeya bi zimanê kurdî veke. Ev jî xewa wan direvîne!

Xwedêgiravî Turkîye dewleta yekem e ku 23ê nîsanê weke ”roja cejna zarokan” daye zarokên xwe, lê li zarokên kurdan qedexe kiriye ku di dibistanan de bi zimanê xwe bixwînîn û binivîsin! Ma siyasetek weha durû li kû derê hatîye dîtin!

Turkiye berendamê Yekîtiya Ewropayê ye û ji bo endametiyê muzakere berdewam in. Dewleteka ku berê xwe daye Ewropayê û dixwaze bibe parçeyek ji Ewropayê, çi mixabin ku hîn jî perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo ”yekîtiya dewleta” xwe tehlûke dibîne.

Gelo em weke kurd, di roja zimanê dayikê dikarin çi bikin?

Berî her tiştî, divê em ji ber deriyê xwe dest pê bikin. Di serî de, divê ew dê û bavên kurd ku bi zarokên xwe bi kurdî napeyivin, wezîfeyên xwe pêk bînin; bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyin. Zarokên xwe bi zimanê dayikê, kultura kurdî û ruhekî welatparêzî mezin bikin. Divê zimanê malê yê her maleke kurd bi kurdî be.

Di warê zimanê dayikê de, wezîfeyeke gelek mezin dikeve ser rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan jî. Di vî warî de, divê rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan neynika civata xwe bin. Ew kesên ku siyasetê dikin û ji bo mafên neteweyî û demokratîk xebatê dikin, divê bi kêmanî zimanê kurdî bizanibin, eger ji ber mercên cihê nizanibin jî, hîn bibin da ku bikaribin bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin, bifikirin û gotûbêjan bikin.

Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên me ji bo mafên neteweyî û demokratîk xebatê dikin, dikevin heps û zîndanan, di bin zilm û zordariyên dijwar de îşkenceyan dibînin; lê mixabin di jîyana xwe ya rojane de, di nav malbata xwe de û di siyaseta rojane de, zimanê xwe bi kar naînin. Ev nakokî û xemsarîyek mezin e. Em bi vê helwesta xwe rûn li ser nanê dewletê û siyaseta wê ya nîjadperest û asmîmlasyonê didin.

Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên me bi zimanê tirkî weke ”bulbul” dipeyivin, lê di cejna neteweyî Newrozan de jî bê ku li kaxeta di destên xwe de binerin, nikarin bi kurdî xêrhatinekê li xelkê xwe bikin û cejna wan pîroz bikin. Ev kêmanî û xemsarî bi xwe jî kês û firsetê dide, kesên mîna Bulent Arinçî ku ”sîran di serê wan de biçîne” û weke serhevdî bi kar bîne. Divê ew kesên weha dev ji vê sersarîyê berdin û rojek berî rojekê hînî zimanê kurdî bibin û di vî warî de wezîfe û pêdiviyên xwe yên netewî û mirovî pêk bînin.

Heta em bi xwe hînî zimanê xwe nebin, bi zimanê xwe nepeyivin, nenivîsin, nefikirin û bi kurdî nejîn em dê nikaribin bi awayekî rasteqîn û pêwîst bawerîyê bidin derdora xwe û dijminan. Divê em dest ji siyaset û kurdayetîya bê kurdî berdin, da ku ”fikrê me û zikrê me hevdû bigrin”.

Divê em ji raya giştî re bi awakî zelal bidin diyar kirin ku Yekitiya Miletan, Yekitiya Ewropa û UNESCOyê heta niha di warê zilm û zordariya li ser miletê Kurd, ziman û kultura wî de, wezîfeyên xwe pêk neanîne û li hemberî siyaseta dewletên kolonyalîst û nîjadperest bêdeng mane. Divê em li hemberî vê bêdengîya wan bêdeng nemînin û bi berdewamî ji wan daxwaz bikin ku ew di vî warî de wezîfeyên xwe pêk bînin.

Di dema me ya îro de, eger zimanek di dibistanan de, di dezgehên resmî de, di nav civatê û bazarê de û bi taybetî ji aliyê zarokan ve neyê bi kar anîn, ew dê nikaribe xwe dûr û dirêj li hemberî xeter û tatolekîya jiholêrabûnê xelas bike. Ji ber vê yekê divê em kurd li ser daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ku yek ji daxwazên miletê kurd yê esasî ye, bi îstîqrar bin û pêyan bidin erdê ku em bikaribin dewletên dagîrkeran neçar bihêlin ku ew jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl bikin.

Ji bo bidestxstina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, hem li nav welêt û hem jî li derveyî welêt pêwîstî bi piştgirî û xebateke piralî û xurt heye. Divê hemû rêxistinên neteweyî, demokratîk û kulturî û herweha hemû rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan bi xebat, hewildan û çalakiyên cihêreng vê xebatê dewlementir û geştir bikin

Zarok pêşeroja me ye, zarokên kurdan bê kurdî nehêlin!

Stockholm, 2012-02-21

roja zimanê zikmakî pîroz be
îro(21 Sibat) roja zimanê zikmaki ye. Em wek welatperweré vé rojé li hemu Kurdan pîrozdikin.

Bi vé sebuneté em bang dikin ciwanén kurdan û dibéjin; Kurdno,bi Kurdî bi axivin û bi nivîsin. Xweyé li zimané xwe derkevin. Çimkî ; Ziman nasname u hebuna me ye.

Li Ser “Zimanê Şaristaniyê” / İsmail Beşikçi
Werger ji Tirki:  Ahmed KANÎ

Dema min daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınçî ya ku dibêje: “Bi Kurdî perwerdehî nabe. Çunkî Kurdî zimanê şaristaniyê nîne.Lê di demeke munasib de, wek xwendina derseke bijarte dikare were rojevê.” bihîst ez gelek heyirîm.Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç, vê daxuyaniyê , di 4ê Sibata 2012an de, di bernama CNN Tirkê de, ya ku Şirin Payzınê bi navê “Çi diqewime” pêşkêş dikir da. Bülent Arınç ji Kurdan re wiha jî dibêje “Tikî zimanê şaristaniyê ye. Tirkî fêrbin beşdarê dinya şaristanî bin. Bi zimanê seretayiyê Kurdî hûn nikarin li dinyaya şaristaniyê cih bigrin.”

Rewşeveku dema Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç, di 22ê Kanûna 2011an de, li TBMMê, di axaftina xwe ya dawîn a li ser hevdîtinên budçeyê bi navê hikûmetê wiha digot:”Em dê mafên Kurdan ên perwerdehî, zimanî, zanîn, çand û nasnameyî bidin.” Bülent Arınç bi binxêzkirina ku nasnameya Kurd 30 sal berê derneketiye digot rastiya 3 hezar salan e. Ger hûn viya înkar bikin dê vegerin berî salên 1980yan. Mirovên ku em nasnameya wan dinasin emê hemû mafên wan bidin.” (Rojnameyên 23ê Kanûna 2011an)

Bülent Arınç, di 3ê Adara 2011an de, gotibû“Ger girtîkî bixwaze bi zimanê xwe xwe biparêze, divê jê re îzin bê dayîn.”

Ev herdu daxuyaniyên wî û ya berê bi hev nakin. Bülent Arıncê ku dibêje hemû mafên Kurdan dê bê dayîn, bi daxuyaniya xwe ya dawîn jî dibêje ku dê Kurd nebin xwedî tu mafî.Ev, tevliheviya serê hikûmetê û rêveberên AKPê nîşan dide.Hikûmeteke ku serê wê ew qas tevlihev be, nikare Kurdan û mesela Kurdan bi rêkûpêk bi rêve bibe.

Di vê navê de, divê li ser daxuyaniya Serfermandarê leşkerî Org. Necdet Özelî, ku dabû Hikmet Bilayê nivîskarê rojnama Milliyetê, di 5ê Çileya 2012an de, wiha digot “Bi Kurdî perwerdehî nabe.” bê rawestin (Rojnameyên 6ê Çileya 2012an)

Daxuyaniya dawîn daxutaniyek e ku bi rûşûştîkî hatiye dayîn. Cîgirê Serokwezîr di helwesteke rûşûştî de ye. Wiha ye, Kurd û Kurdî ji 80 salan zêdetir e di bin zilmeke pir giran de ne. Bo Kurdan ber bi Tirkîtî ve asîmîle bikin, bo Kurdî ji holê rakin, bo Kurd Kurdî jibîr bikin, hikûmetên Tirkan her tedbîran girtine. Rêveberiyên komara Tirk, tu qenciyekî bi Kurdan nekirine. Komara Tirkan, ji çewsandin, zilim û asîmîlasyonê pêve tu tişt nedaye Kurdan. Gundiyên jarên Kurdan ku dihatin bajaran bo her kelîmekî Kurdî bi perekî giran dihatin ceza kirin û di cih de destserkirina malên Kurdan îcada Komara Tirkan bû.

Navgînên dewletê yên çewsandina îdeolojîk û zorkar bo asîmîlekirina Kurdan ber bi Tirkîtî ve û bo tunekirina zimanê Kurdî bi awakî karîger hatine bi kar anîn. Bo înkara Kurdan û zimanê Kurdî, bo pêşîlêgirtina pêşketina zimanê Kurdî her awa tedbîrgirtin kar û ramanên herî girîng yên sazkarên Komara Tirkan bûn. Operasyonên bi înkarê re pêwendîdar hatine kirin. Wek mînak kovar û rojnameyên Kurdî ku di pirtûkxanên dewletê de bûn hatine îmha kirin, katalog jî hatin guhertin. Di dema lêgerînên ewleyî yên li peyhev de, pirtûk, kovar û rojnameyên Kurdî ku li malan dihatin dîtin di cih de dihatin desteserkirin û bi awakî munasib dihatin îmha kirin.Biçûk kirin, tehqîr kirin û binpêkirina Kurdan û Kurdî fikr û karên herî giring yên rewşenbîrî û Rojavayîbûna wan bû.

Di serdema Osmaniyan de, ji dawiya sedsala 19an vir ve, tê zanîn ku pitûk, kovar û rojnameyên bi Kurdî derdiketin. Di çaryeka pêşîn a sedsala 20an de, gelek pirtûk, kovar û rojname hatine weşandin. Pêvajoya înkar û îmhayê bi Komara Tirkan re destpê kir.

Piştî ew qas çewsandin û zilmê, piştî ew qas biçûk kirin, tehqîr kirin û binpêkirinan, gotina” Kurdî zimaneke paşvemayî ye, ne zimanê şaristaniyê ye.” dibe helwesteke rûşûştî. Ev helwesta rûşûştî, tenê nayê wateya nehesibandina zilmûzora li ser Kurdî û Kurdan, di heman demê de tê wateya hevkariya vê zilmûzora li ser Kurdî û Kurdan.

Tu dê hem bo Kurdî asîmîle bikî, zilm û çewsandinan pêk bînî, hem jî bibêjî:”Kurdî gelek paşve mayî ye, zimanê şaristaniyê nîne, pê perwerdehî nayê kirin.” Ev helwest, helwesteke rûşûştî û şaşker e.

Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç, dibêje Tirkî zimanê şaristaniyê ye. Dibêje Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye. Dixwaze bêje “Kurdî zimaneke seretayî ye.” Tu Kurdî qedexe dikî, bo Kurdan asîmîlekirinê bi her awayî zilmûzorê bi kar tînî. Şaristanî di kûderê vî de ye? Navgînên dewletê yên zorkar û çewsîner ên îdeolojîk bi kar tînî. Bi awakî karîner û sîstematîk bi kar tînî, şaristanî di kûderê vî de ye? Tu dikevî pirtûkxanan kovar pirtûk û rojnameyên bi Kurdî yekoyeko dicivînî û kom bi kom dişewitînî, îmha dikiî, katalogan diguherînî. Şaristanî di kûderê vî de ye?

Îro, li herêmên Kurdan yên wek, Sêrt, Bedlîs, Colemêrg, Çewlîk, Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Êlih,Dêrsim gorên komî der tên.Ji 3 hezaran zêdetir Kurd bi lêpirsînên xwedî êşkencekar hatin qetil kirin û di gorên komî de hatine veşartin. Şaristanî ev e? Jenosîda 1915an a li ser Ermenan bi awakî berfireh îro jî li ser serê Kurdan bi berdewamiya cih û demê didome.

Pisporên zimanê Kurdî, tevî zimanê Kurdî zimanên rojava, zimanên rojhilat jî dizanin, li ser wesfên Kurdî, dewlemendiya gelek daxuyaniyan dan.Nivîsa İbrahim Sediyani, a bi navê “Bülent Arınç, Kurdî û problema zimên.” nivîseke balkêş e. Ev nivîs, ji7-8ê Sibata 2012an vir ve ye di gelek malperan de weşiya, di hinek malperan de hîn jî heye. Ev nivîs, di hin malperan de, bi sernava “ji Bülent Arınç re Şîrmaqa Kurdan” cih girt.

Di metnên bersiva îdî’anameya doza Ocaxên Çanda Şoreşgerên Rojhilat(DDKO) de, beşeke ku bi rêya ferhenga Tirkan etîmolojiya peyvên Tirkî û danberheva zimanê Tirkî û Kurdî hebû. Doza DDKOyê, di rejîma 12ê Adarê (1971)de, li dadgeha leşkeriya fermandariya awarteya bajarên Diyarbekir û Sêrtê dihate dîtin. Nivîsa İbrahim Sediyani, vê parastinê anî bîra min.

Jixwe tê zanîn ku li Herêma Başûrê Kurdîstan ji bexçên zarokan bigre heta zankoyan perwerdehî bi Kurdî tê kirin. Li vê Herêmê di dibistanên ku Cema’eta Gülenî vekirine de jî bi Kurdî perwerdehî tê kirin. Zimanê fermî yê Hikûmeta Herêmiya Kurdîstanê Kurdî ye. Li seranserê Iraqê zimanê Kurdî Zimanê fermiyê duyemîn e.

Bê gûman ev nivîs gelek bi rûmet in.Lê wiha fikirîn jî girîng e. Ji 90 salan zêdetir rûbirû mana zimanê Kurdî bi qedexî, zilmûzorê, biçûkxistin, binpêkirinan re jî nikaribiye kurdî biqedîne, ev jî dewlemendiya Kurdî ye. Tevî vê pêvajoya îmhakirina sîstematîk jî, ger zimanê Kurdî hebûna xwe didomîne û rojbiroj geş dibe, ev jî nîşana dewlemendiya Kurdî ye. Ev çend salên dawîn zimanê Kurdî di axavtin û nivîsînê de bi awakî balkêş rojbiroj belav dibe.

Dema şaristanî tê gotin…

Daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç, a ku dibêje “Tirkî zimanê şaristaniyê ye” bi min re van hestan şiyarkir. Dema şaristanî tê gotin, şaristaniya Ermenan tê heşê min. Şristaniya Ermenan ku di 1915an de hat xwestin bê îmha kirin û ji hol bê rakirin… Li cem Osmaniyan çapxane di1830an de ava bûn. Rojnameya pêşîn di1830an de dest bi weşanê kir.

Li cem Ermenan çapxane pir zû belkî ‘esrek berê hat avakirin. Li Venedîkê, Stenbolê, Îzmîrê pirtûk, kovar û rojname dest bi weşanê kirin.Di sedsala19an de, li qadên wek Stenbol, Îzmîr, Wan, Diyarbekir, Trebzon, Xarpût, Sêwas, Çukurova pirtûk, kovar û rojname bi rêkûpêk diweşiyan. Di jenosîda 1915an de, ev koleksiyonên han jî hatin îmha kirin, binpêkirin, tunekirin. Vê şaristaniya ha çeteyên İttihat û Terakki yên ku bi Tirkî diaxivîn xerakirin. Bülent Arınç ji vê pêvajoyaa xirakirinê bi çi heşî şaristaniyek, şaristaniyeke Tirk hildibirîne?

Divê rola Kurdan jî neyê jibîr kirin. Lê, tê gotin ku Kurd tetikêş bûn, bi gotina tetikêş bûnê rola Kurdan biçûk kirin ne rast e. Lê li hinda plankar û bicîkarên operasyonan helbet tetikêşî biçûk dimîne. Wekîdî, xelatên tetikêş û zilumkarên Ermenan jî pir mezin û cazîb bûn.

Min di romana Metin Aktaşî ya bi navê “Spêleya li Xarpûtê” de xwendibû. Di vegotina Ermenên Xarpûtê yên sedsala 19-20an de, nivîskar di beşeke romana xwe de wiha dinivîsî: “Li mala her Ermenek pirtûkxane hebû. Li mala her Ermenek kesek ku amûrek muzikê wek keman piyano, ûd, tembûr bi kar dihanî hebû. Li her malek kesekî/e ku zimanekî Rojavayiyan diaxivî hebû. Ev e nîşana girîng ya şaristanî û şarezatiyê ye. Ev şaristanî û şarezatî çawa hat xirakirin?

xxx

Lêkolîner-Nivîskar Temel Demirer, di axavtina xwe ya bîranîna Hrant Dink de gotibû:“Qatilê Hrant Dink dewlet e.” Ji ber vê gotinê Temel Demirer tê darizandin. Darizandin didome.

Bo destpêkirina darizandinê “destûra” wezîrê dadê pêwist bû.Wezîrê Dadê yê vê serdemê(2007-2009) Mehmet Ali Şahin, destûr da. Dema Mehmet Ali Şahin vê destûrê da gotibû “Ez nahêlim ji dewleta min re qatil bê gotin.”

Di salên dawîn de, di mijara kuştinên ku jê re “kirde nediyar” tê gotin de pêşketinên girîng çêbûn. Di pêvajoya lêpirsînên Ergenekonê de, derket holê ku fa’ilê cînayetên “fail mechûl” dewlet bi xwe ye, ev cînayet ji aliyê Ergenekonê ve û li Kurdîstanê jî ji aliyê şaxê Ergenekonê yê Kurdîstanê JİTEMê ve pêk hatine. Îfadeyên îtîîrafkarên wek Abdulkadır Aygan û Ayhan Çarkın jî van cînayetan gelek zelal kirin. Ev rewşa han di 19ê Çileya 2012an de, di bîranîna Hrant Dink de, bi drûşmeya “dewleta qatîl dê hesab bide” hate îfade kirin. Deh hezarên ku ji Taksima Stenbolê ta Agosê meşiyan di meşê de seranser ev drûşme berz kirin. Heman drûşim, di mitînga ku li Enqerê li ber TBMMê hatibû çêkirin de hat bi kar anîn. Li gor qen’eta min ev bi wetetir bû.

Lê, divê li vir ev nîşe jî were danîn. Yê Hrant Dinkî kuşt rêxisyina Ergenekonê bû. Çi di xwepêşandanên Stenbolê de çi jî di yê Enqere de be, ne drûşme ne jî axavtin balê nedikşandin ser Ergenekonê. Bi gotina ku AKP bûye dewlet drûşme û axavtin li hember wê hatin kirin. Ev, tê wateya veşartina Ergenekonê. Divê li ser vê helwesta xwedî nakokî bê rawestin.

Rêveberên Tirkan, çima li hember Kurdan bêpaxav in.

Tevî ewqas tekoşînê, rêveberên Tirkan helwesta xwe ya ku Kurdan tişkî nahesibînin didomînin. Sedemeke vî ya giring ew e ku Kurd, bi taybetî jî rewşenbîrên Kurdan li zimanê xwe xwedî dernakevin û pê re ‘eleqedar nabin. Negihîştina rewşenbîr, nivîskaran a hişmendiyeke ku çima Kurd û zimanê wan tê biçûkxistin, asteng kirin.

Gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurdan wiha vedibêjin:Heta 7-8 saliya xwe ku min dest bi dibistana seretayî kir, min bi Tirkî nizanibû. Li dibistanê bi lêdan û cezayan me fêrê Tirkî kirin. Ji layê mamosteyên dewletê ve her roj malbatên me, Kurd û Kurdî dihatin biçûk xistin. Mamosteyan xwendekarek ku pê ewlebûn bo Kurdî axêvan tesbît bike wezîvedar dikirin. Ev sîxur li dibistanê di tenefusan de, di çûndin û hatina dibistanê de, navê kesên ku bi Kurdî diaxivîn dinivîsî dida mamoste. Mamoste di cî de an roja li pey, di polê de cezayê giran dida kesên bi Kurdî axivîne. Bi rastkêşê li kefa destê me dida, guhê me dikişand, serê me li dîwar dixist…

Piraniya nivîskar û rewşenbîrên Kurdan, li ser pirsa nûçegihanek bîranînên xwe yên wiha bi hûrgilî vedibêjin. Ji cezayan mînakan didin.

Di cihekî hevpeyvînê de, nûçegihan ji nivîskar pirsên li ser wêje û weşana Kurdî dipirse. Wek mînak, tu çima nivîsên xwe berhemên xwe bi Kurdî nanivîsî dipirse. Nivîskar, rewşenbîrê Kurd wiha dibersivîne:”Ez heyranê Tirkî, zimanê Tirkî me.” Gelek nûser û ronakbîrê Kurdan ku wiha bersiv didin.

Piştê ewqas lêdan, tehqîr, biçûkxistin, îmha û înkarê ev heyranî ji kû tê?

Tîmên hereketa taybet,JİTEM, berdestê sibê davê ser gund.. Jin û mêr, zaro-zîç, kalûpîr, her kesê ji malên wan derdixin. Li qada gund dicivînin. Bi gotina“Heta 3 saetan/ 3 rojan hûn dê gund vala bikin. Berovajê vî em dê malê we tevî tiştên tê de bişewitînin. Bi zarokên we, Keçên we, jinên we va bikin, wa bikin…”tehdîd dikin. Emir û fermanan direşînin. Li ber çavên her kesê bi daran li hin mezinên malan didin…

Belkî pirên jin û zarokên Kurdan peyv û hevokên cara pêşîn bi Tirkî dibîhisin ev in. Ji van mercan çawa heyranî tê holê?

Mafê xwe bi xwe rêvebirinê

Beşeke girîng î rêveberên Tirk, Universiteya Tirk, çapemeniya Tirk, ronakbîr û nûserên Tirk digotin Kurd û Kurdî nîne.

Di dawiya salên1980yan de, dest bi gotina wiha kirin: “ Zimanek bi navê Kurdî heye lê; ev zimanekî seretayî ye. Bi vî zimanê seretayî karê zanistî, felsefî nayê kirin, bi vî zimanê seretayî roman nayên nivîsîn. Bi vî zimanê seretayî Kurd nikarin bi dinyaya medenî re bibin yek. Baştirîn Kurd fêrî Tirkî bibin daku rêya wan ber bi şaristaniyê ve vebe…”

Di salên 2000an de hat dîtin ku bi zimanê Kurdî, karê zanistî, felsefî dikare bê kirin, roman bên nivîsîn. Ev jixwe hebûn û Kurdan dizanî. Tirkên Îmhakar û înkarker jî fêrbûn. Pêşketinên li Herêma Kurdîstanê balkêş in.

Lê rêveberên Tirkan, hîn jî ji van pêşketinan re xwe li korî datînin.Bi gotina xwe ya “Kurdî zimanê şaristaniyê nîne” pêşî li perwerdehiya bi Kurdî digrin.

Wê gavê,

Divê Xwe bi xwe rêvebirin, dahatûya xwe diyarkirin bibin rêbazên bingehînên ku bên parastin.Bo pêşî lêgirtina îtîrazên wek“Kurd bi Kurdî perwerdehî bibînin wê çi jê derê. Piştî ku azmûna bi Tirkî ya karmendiyê karnekir…”divê Kurd mafê xwe bi xwe rêvebirin û dahatûya xwe diyarkirinê ji xwe re bikin rêbazên bingehîn. Divê Kurd rêveberiya ku her gav wan bi gorên komî re rûbirû dihêle qebûl nekin. Li hember vê rêveberiya nebaş xwestina xwe bi xwe rêvebirinê, helbet xwestineke xwezayî ye.

Wergera ji Tirkî ji layê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.

(amed_kani@hotmail.com)

“Bedirxan” ji weşanên Aram derket
Welatperwer / Pirtu – Pirtuka İlhami Îlhamî Sîdar ya bi navé “Bedirxan” ji nav weşanên Aram’ê derket

BEDİRXAN

Îlhamî Sîdar ji 1987’an û vir de li Diyarbekir’e dijî. Nivîskar cara ewil bi “Di Pêta Peyvan de” (Helbest-1999) derkete qada wêjeyê. “Bedirxan” romana yekem a nivîskar e. Berhem di demên dawî yên İmparatoriya Osmanî’de ji rewşên Kurdan, ji şer, rûxîn, hêstir û ji evînan hatiye rêsandin. Herwiha ji ber ku mijara xwe ji jiyîn, kevneşop û ji çanda Kurdan digire û li ser berxwedana Mîr Bedirxan disekine, dibe sedema ku em jê gellek tiştan fêr bibin.

Nivîskar di romana xwe de dijminantiya gelan ji alî dagirkeran ve bi çi dek û dolaban tê avakirin û rûyê qirêj ya şer radixîne ber çavan. Zimanê nivîskar ku bi herikbarî hatiye bi kar anîn û hostetiya wî ya wêjeyî ku di her rûpelî de xwe nîşan dide, dike ku kitêb bi behnekî de were xwendin. Ev berhema ku romana yekem a nivîskar e çapa xwe ya ewil di sala 2003’yan de kiribû, ji ber ku romanek çawa tê nivîsandin nişanî me dide şayanê teqdîrê ye.

Bi kurtasî roman bi awayekî gellek sipehî hatiye vehênan û pirtûkeke ku ji alî xwendevanan ve bi hêyecan tête xwendin e.

Têbinî: Ev du pasaj ji nivisarekî ku bi Tirkî li “ekritik” ê hatibû weşandin hatiye girtin.

Bedirxan, 2012 , Weşanên Aram, çapa duwem

TEMENÊ TÊKÇÛYÎ / Xizan Şîlan
TEMENÊ TÊKÇÛYÎ

bi cama evîna dilê şikestok

bêçaretiya xwe li zendê salên poşman

dinivisînim

şopa tirsa demsalên hovane

di kefa destê xwe de

vedişêrim

pêşeroja min

di herika rûbarên giyan de

xeniqî

ji gewriya nûçeyên rojane

jehra xwînê

dipale

li nav nivîna şevên bêxewiyê

xewnereşkên xopan

xwe li stûyê min

dipêçin

hesret û bêrîkirinên min

bi keserên dûmanê cixarê

hatine meyandin

serê min

ji nav belaya demên rûreş

qet nafilite

carnan

mîna hêrsa pêlan dîn û har dibim

carnan

mîna beytika newêrek can li min

dilerize

şûşeya eşqa dilê serxweş

di toza heyamên gemarî de

qelişî

min

li nav dûmanê xeyalên pûç

daxwazên dergûşa nava xwe

taloq kirin

li birçîbûna çaxên genî

bîranînên xwe yên wêran

dixwim

li nav pêta kul û kederên bêhempa

dişewitim

ji piyangoya temenê têkçûyî

tofana janên dirinde

derdikeve

şadiya rûyê min

di albûma wêneyên xemgîn de

zerikîn

bi tasa destê dilberê

şerbetê didim gêrikên di bin lingan de

hatinî perçiqandin

ez bûm qurbanê

eşqa îlahî ya nependî

û her tim di ber cankêşiyê de me

êdî ez

di coşa xumexuma şîpa laşê xwe de

astengiyan nasnakim

ji aloziya dîroka tarûmar

hêviyên şad ava dikim

derhênerê şanoya vê helbestê ez im

leyîstikvanê li ser dîkê ez im

temaşevanê xerîb jî ez im

li ber xemkêşiya rondikên çavan

leyîstik qediya

û perdeya dilê xeşîm

hate girtin

Xizan Şîlan

2010-07-02

Stockholm

Çalekiyén roja zimané zikmaki
Welatperwer / Anons – Komeleya çandÎ Û HUNERÎ YA ÇIRA DİYARBEKİR bi munasebeta roja zimané zikmaki çalekiyek li dardixe. Agahiyén di derheqa çalekiyé di afişa jérde diyarin.

REWŞA ROMAN Û ÇÎROKA KURDÎ
REWŞA ROMAN Û ÇÎROKA KURDÎ

1-Çar roman û çîroknîvîs li ser rewşa roman û çîroka kurdî semînerekî didin. Di nava ewqes dewlemendîya bûyer û malzêmên li Kurdistan û tekoşîna kurdan de romana kurdî çima pêşnakevê, sedam vê yekê çine? Rexnegiriya romana kurdî di çi rewşê de ye? Wergera klasîkên dinyayê çi fêdê digihînê romana kurdî? Di nava zaravayên kurdî de peşkatina romanê di çi astê de ye? Û gelek pirsên din dê bîne bersivandin. Em bangî hemû nivîskar û hunerhezên kurd dikin ku bi beşdarbûna xwe vî semînerî dewlementir bikin.

Beşdar:

1, Siyamend Şêxaxayî (Romanivis-Mehabad)

2, Rêwas Ahmedî (Çîrok nivîs-Sileymanî)

3, Behruz Kurdahmedî (Roman nivîs-Sine)

4, Mamostê Aşiq (Roman nivîs- Mehabad)

Bi xêr bên.

2- Wek te zanîn gelek nivîskar, rojnamevên kurd û dostên kurdan di zîndanan de ne. Ev dostên kurdan xwe di zîndanê de fêrî Kurdî dikin…Ji  bo piştgiriya bi wan re em dixwazin her nivîskarê Kurmancî axif bi pirtûkeka xwe beşdarî semînerê bibe, pirtûka xwe îmze bike û em ji zîndanîyan re bişînin.

Dem: 2012.02.19 Yekşêm

Saat: 14.00

Cîh: Înstîtuya Kurdî li Stockholm

Adres: Mogordsvegen 13, 143 43 Vorby gord

Tel: 073 68502 56

Ji Arjen Arî berhemeke nû
Welatperwer / Pirtûk – Ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke nû.

Kulîlkên Be’îvan.

Hosteyê peyvê Arjen Arî bi şêwazeke nû derket pêşber xwendevanên xwe. Mamoste Arjen Arî vê şêwaza xwe ya edebî weke “Hevbestîn” bi nav dike. Di Kulîlkên Be’îvan de 13 hevbestîn hene. ji vana hinek dişibin çîrokan, hinek wek ceribandinan in, di dawiya hemûyan de jî helbest heye û bi helbestekê bi dawî dibin hevbestînên mamoste Arjen arî. Edîtoriya berhemê Mihemed Ronahî kiriye. Weşanxaneya Ronahî ji sersalê û vir de her hefteyê berhemek weşandiye û dê heya Newrozê her hefte berhemekê pêşkeşî xwendevanên kurdî bike.